Kazimî kevirê binyata nûjenkirina firokxaneya Mûsilê datîne

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî gihîşt Mûsilê
10.08.2022, Çar - 06:00
Kazimî kevirê binyata nûjenkirina firokxaneya Mûsilê datîne
Nuçe Belav bike

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî bi serokayetiya şandeke bilind a hikûmî ya wî welatî serdana Mûsilê dike û kevirê bingehîn ê nûjenkirina balafirxaneya Mûsilê datîne.

Roja Sêşemê 9ê Tebaxa 2022ê Endamê Parlamentoya Iraqê û Nûnerê Parêzgeha Neynewa Şêrwan Dûberdanî di daxuyaniyekê de ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand, roja Çarşemê Mistefa Kazimî bi armanca danîna kevirê bingehîn ê nûjenkirina balafirxaneya Mûsilê bi serokayetiya şandeke bilind a hikûmî serdana wî bajarî dike û merasîm jî vê sibehê destpê dike.

Ew şanda hikumî ku ligel Kazimî diçe, ji Wezîrê Plandanînê Xalid Betal, Wezîra Avakirin û Nîştecihkirinê Nazenîn Mihemed Wisu, Wezîrê Veguhastinê Nasir Bender, Wezîrê Pîşesazî û Kanzayan Minhel Ezîz, Wezîrê Bazirganiyê Ela Ciburî û Serokê Desthilata Firokevaniya Sivîl Naîl Seîd pêktê.

Şêrwan Dûberdanî ku yek ji beşdarbûyên merasîmê ye amaje bi wê yekê da ku nêzîkî 200 berpirs, kesayet û nûnerên parêzgeha Neynewa ji Parlamentoya Iraqê û Dadweriyê beşdarî merasîmê dibin.

Roja Sêşemê 9ê Tebaxa 2022ê Parêzgarê Neynewa Necim Cibûrî girêbesta nûjenkirina balafirxaneya Musilê ligel 2 kompanyayên cîhanî îmze kir.

Rûberê balafirxaneya Musîlê hezar û 600 donim e û berî kontrolkirina Musilê ji aliyê çekdarên DAIŞê ve di sala 2014ê de, rojane 20 geştên navxwe û navdewletî lê dihatin kirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 694 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:57:23