Kazimî serdana xwe ya Misirê birî û daxwaza aramî û diyalogê ji hêzên siyasî kir

Ji ber aloziyên Bexdayê, Serokwezîrê Iraqê serdana xwe ji bo Misrê bi dawî kir, vegeriya Bexdayê û daxwaza aramî û diyalogê ji hêzên siyasî kir.
23.08.2022, Sal - 14:35
Kazimî serdana xwe ya Misirê birî û daxwaza aramî û diyalogê ji hêzên siyasî kir
Nuçe Belav bike

Nivîsgeha Ragihandina Serokwezîrê Iraqê îro di daxuyaniyekê de ragihand, ji ber bûyer û pêşhatên li Iraqê, Kazimî serdana xwe ji bo Lûtkeya Erebî li Misrê bi dawî kir û vegeriya Bexdayê.

Di daxuyaniyekê de hat, Kazimî daxwazê ji aliyên siyasî yên Iraqî dike ku xwe bigirin û aram bin, da ku rewşa welat xirab nebe.

Kazimî hişyarî da ku astengkirina karê saziya dadweriyê, welat rûbirûyî metirsiyên rasteqîn dike. Tekez kir jî ku mafê xwepêşandanê li gorî destûrê hatiye misogerkirin, lê pêwîst e rêz li saziyên dewletê bê girtin da ku karê xwe di xizmeta xelkê de bidomînin.

Her wiha Kazimî daxwaza kombûna bilez a serkirdeyên hêzên siyasî kir, ji bo aktîvkirina diyaloga niştimanî û nehîştina qeyranê.

Ev yek piştî wê tê, îro alîgirên Muqteda Sedir li ber avahiya Encûmena Bilind a Dadwerî li devera Kesk ya li Bexdayê kom bûn û dest bi xwepêşandanê kirin, Encûmena Bilind a Dadwerî jî karên xwe rawestandin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 373 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:58:35