Kazimî û Biden bi telefonê rewşa Iraqê gotûbêj kirin

Biden piştevaniya Amerîkayê ji bo serweriya Iraqê nîşan daye.
01.09.2022, Per - 06:40
Kazimî û Biden bi telefonê rewşa Iraqê gotûbêj kirin
Nuçe Belav bike

Ofîsa Ragihandinê ya Serokwezîrê Iraqê diyar kir, Mistefa Kazimî di pêwendiyeke telefonî de bi Serokê Amerîkayê re axivî û rewşa siyasî ya Iraqê û bûyerên van demên dawî gotûbêj kir û Biden piştevaniya Amerîkayê ji bo Iraqa serbixe û xwedî serwerî nîşan da.

Herwiha eşkere kir, Biden pesnê rola Kazimî û hêzên ewlehiyê ya di bûyerên van demên dawî yên Iraqê de da û ji serkirdeyên Iraqê daxwaz kir, dest bi gotûbêja niştimanî bikin ji bo danîna nexşerêyek bo derçûna welat ji xitimîna siyasî.

Roja 29ê Tebaxa 2022yan Rêberê Tevgera Sedirê, Muqteda Sedir destê xwe ji karê siyasî vekişand û piraniya sazî û dezgehên ser bi wê tevgerê ve girtin.

Biryara Sedir piştî wê yekê hat, Kazim Haîrî ku bi lêvegerê Tevgera Sedir li Iraqê tê zanîn ragihand, ji ber nexweşiyê karîna wî nemaye karê olî bike û daxwaz ji alîgirên xwe kir, pabendî rênimayên Rêberê Îranê Elî Xamineyî bin.

Derbarê biryara Kazim Haîrî de, Muqteda Sedir got: “Ev biryara Haîrî ne ji îradeya wî ye.”

Piştî biryara Muqteda Sedir, alîgirên Tevgera Sedir derketin kolanan û êrîş kirin ser Navçeya Kesk a Bexdayê û daxwaza rûxandina desthilata niha kirin.

Ji aliyekî din ve, şer û pevçûn di navbera çekdarên Seraya Selam, baskê serbazî yê Tevgera Sedir û alîgirên Çarçoveya Hevahengiyê de rûda, di encama şer û pevçûnan de 30 xwepêşanderan canê xwe ji dest dan û zêdetirî 300 welatî jî birîndar bûn.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 419 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:52:41