Şewket Hanna, welatiyekî Kirîstiyanî yê Mûsilê ye dibêje: “Di sala 2017an de, ez ligel malbata xwe vegeriyam Mûsilê, ji ber ku me dixwest em vegerin ser cih û warê xwe. Em daxwaz dikin ku dêr û malên me bên nûjenkirin, da ku hemû Kirîstiyanên koçber vegerin Mûsilê.”
Dema DAIŞê di sala 2014an de Mûsil dagîr kir, hemû mezargehên Kiristiyanan û nêzîkî 30 dêr û perestgehan hatin wêrankirin, ku wek sembolên mîrata arkeolojîk û dîrokî ya bajêr bûn.
Çalakvanê Mûsilî Ehmed Casim ji K24ê re got, DAIŞê hemû mezargeh û cihên olî yên Mûsilê kirin armanc, mixabin piraniya wan wêran mane.
Mûsil piştî Bexdayê, duyemîn bajarê herî mezin ê Iraqê ye û ji mêj ve bûye warê gelek ol û komên etnîkî, ku wekî bajarê pêkvejiyanê dihat binavkirin.
Mûsil nêzîkî 400 kîlometreyan li bakurê Bexdayê dikeve û 10ê Cotmeha 2014an ji aliyê DAIŞê ve hat dagîrkirin. Piştî du salan ji dagîrkirina Mûsilê, roja 16ê Cotmeha 2016an bi beşdariya Pêşmerge û hêzên Iraqî û bi piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletî, operasyona rizgarkirina Mûsilê dest pê kir û di 21ê Tîrmeha 2017an de rizgarkirina Mûsilê hat ragihandin.