Kurdistanê bo danûstandina ligel Bexdayê tu şande pêk neaniye!

Rayedarekî hikûmeta Kurdistanê ragihand, ji ber ku Bexda heta vê gavê amade nebûye bi Hewlêrê re dest bi diyalog bike hikûmetê jî ti şand bo vê yekê pêk nehaniye.
24.11.2017, Cum - 13:53
Kurdistanê bo danûstandina ligel Bexdayê tu şande pêk neaniye!
Nuçe Belav bike

Berpirsê fermangeha kordînasyona karûbarên hikûmeta Kurdistanê Nûrî Osman desnîşan kir ku, heta niha ti şandek bo encamdana danûstandinê bi Bexdayê re pêk nehatiye.

Di berdevamiya daxuyaniya xwe de Nûrî Osman her wiha dibêje, ji ber ku heta niha Bexdayê daxwaza Hewlêrê ya destpêkirina diyalogê nedaye û amade nebûye heta vê gavê bi Hewlêrê re rûnê.

Osman anî ziman ku tenê bi rêya daxuyaniyan ew bersiva Bexdayê didin û got, herî dawî berdevkê hikûmetê Sefîn Dizeyî bersiva Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî dabû ku behsa mûçe û hinek tiştên din kiribû.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1064 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:43:45