Letîf Reşîd erkê avakirina hikûmetê da Mihemed Şiya Sûdanî

Letîf Reşîd ê ku wek Serokomarê nû yê Iraqê hat hilbijartin, her wek ku dihat çaverêkirin, erkê avakirina hikûmetê da berbijêrê serokwezîriyê yê grûpên Şîe yên ku Îran piştgiriya wan dike, Mihemed Şiya Sûdanî.
14.10.2022, Cum - 05:29
Letîf Reşîd erkê avakirina hikûmetê da Mihemed Şiya Sûdanî
Nuçe Belav bike

Hilbijartinên serokkomariya Iraqê îro Pêncşemê 13ê Cotmeha 2022an hat kirin û di encamê de Letîf Reşîd bi 162 dengan wek Serokkomarê nû yê Iraqê hat hilbijartin, berbijêrê YNKê Berhem Salih jî 99 deng bi dest xistin, 8 deng jî nehatine qebûlkirin.

Piştî ku Letîf Reşîd hat hilbijartin, berbijêrê serokwezîriyê yê Çarçoveya Hevahengiyê, Mihemed Şiya Sûdanî, ji bo avakirina hikûmeta nû erkdar kir.

Ji hilbijartinên meha Cotmeha sala borî ve li Iraqê heta niha hikûmetek nehatiye avakirin. Nakokiya di navbera komên siyasî yên Şîe yên li parlementoyê de rê li ber hilbijartinên serokkomariyê û avakirina hikûmetê jî girt.

Hilbijartinên serokkomariya Iraqê ji bo gera duyem mabû û 269 parlementer beşdarî gera duyem a hilbijartina serokomariya Iraqê bûn. Li gorî gera yekem, dengên Letîf Reşîd zêde bûn û dengên Berhem Salih jî wek xwe man.

Di gera yekem de 282 parlamenter beşdarî rûniştina parlamentoyê bibûn û Letîf Reşîd 157 û Berhem Salih jî 99 deng bi dest xistibûn.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 401 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:04:29