Li Bexdayê xwepêşandan ji bo guhertina sîstema pîvanên dayîna mûçeyan dest pê kir

Bi sedan fermanberên wezareta û saziyên hikûmeta Iraqê îro 20ê Tîrmehê li pêş Navçeya Kesk a li Bexdayê xwe pêşan dan û daxwaza guhertina sîstema pîvanên dayîna mûçeyan kirin.
20.07.2024, Cts - 17:07
Li Bexdayê xwepêşandan ji bo guhertina sîstema pîvanên dayîna mûçeyan dest pê kir
Nuçe Belav bike

Bi sedan fermanberên wezareta û saziyên hikûmeta Iraqê îro 20ê Tîrmehê li pêş Navçeya Kesk a li Bexdayê xwe pêşan dan û daxwaza guhertina sîstema pîvanên dayîna mûçeyan kirin.

Yek ji xwepêşanderan yê bi navê Wîsam Ehmed ku fermanber e ji medyaya Iraqê re ragehand: “Em daxwazê ji hikûmet û parlamentoyê dikin, ew nehevsengî û nedadperweriya di mûçe de heye, çareser bikin û cudahiyên zêde yên çînî di navbera fermanberan de kêm bikin.”

Herwiha got: “Newekhevî û nedadperwerî zêde di mûçeyên fermanberan de heye. Fermanberekî encûmena wezîran û parlamentoyê û serokatiya komar ango li hersê serokatiyên Iraqê de, mehaneya wan 3 milyon dînar e û bi heman paye fermanberên li wezaretan û fermangehên din tenê 500 hezar dînar mûçe werdigrin.”

Xwepêşanderekî din yê bi navê Ehmed Muneîm got: Ev xwenîşandan dê ne xwenîşandana yekem û dawî be ku daxwaza sererastkirin û wekhevkirina pîvanên nû yên dabeşkirina mûçeyan dike.”

Got jî: “Encûmena rêkxistina xwenîşanderan berî mehekê bi Sûdanê re civiya ji bo sererastkirina yasaya dabeşkirina mûçeyan. Ji bo vê yekê jî Serokwezîrê Îraqî soz dabû, lê heta niha tu gav nehatine avêtin, eger daxwazên me neyên cîbicîkirin wê xwepêşandana me bibe greveke giştî.”

Vî nûçeyê tevayî: 195 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:32:53