Li Mûsilê hestiyên 139 qurbaniyên destê DAIŞê hatin dîtin

Desthildarên Iraqê hestiyên 139 kesan dîtin ku di dema kontrolkirina parêzgeha Neynewayê de ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatibûn kuştin.
15.07.2024, Pts - 11:24
Li Mûsilê hestiyên 139 qurbaniyên destê DAIŞê hatin dîtin
Nuçe Belav bike

Çala Elo Entar dikeve ser sînorê bajarokê Telaferê, li rojavayê Mûsilê, di dema kontrolkirina wê ji aliyê DAIŞê ve tevî ku nayê zanîn çend term di wê gora bikomî de hene, lê proseya kolandin, lêgerîna qurbaniyan û tespîtkirina nasnameyan didome.

Rêvebirê Beşa Gorên Bikomî li Dezgeha Şehîdan a Iraqî Ziya Kerîm got: “Heta niha termên nêzîkî 139 qurbaniyan, di nav wan de pîr, ciwan û jin hene, li Çala Elo Entar hatine dîtin.”

Kerîm got: “Li gorî şahidan, qurbanî Êzîdî, Tirkmen û hinek niştecihên Mûsilê ne, dema ku DAIŞê parêzgeha Neynewa û çend deverên din ên Iraqê ji aliyê çekdarên ve kontrol kiribûn, hatin kuştibûn.”

Ehmed El-Esedî, ji Ajansa Şehîdan a Iraqî jî got, qurbanî nehatine veşartin, lê hatine avêtin nav çalê, ku kûrahiya wê di navbera 12 û 42 metreyan de ye. Hin ji qurbaniyan bi gulebarankirin hatine kuştin, hin hatine serjêkirin û hin jî di torbeyan de hatin dîtin.”

Got jî: “Cilên hinek ji terman nîşan dide ku dibe ku ew Êzîdî û Tirkmen bin, hineK jî kincên pirteqalî li wan hatibûn kirin, ew cilên ku DAIŞê li dîl û revandiyên hêzên Iraqî dikirin.”

El-Esedî got jî: Term ji bo beşa dadwerî hatine birin di hewlekê de ku xwediyên wan bi rêya testa DNA'yê werin naskirin.”

Texmînên Neteweyên Yekbûyî destnîşan dikin ku DAIŞ zêdetirî 200 gorên bikomî li pey xwe hiştine ku tê texmînkirin ku dora 12 hezar term tê de hene.

 

Vî nûçeyê tevayî: 298 kes dît.
Rojanekirina Dawî:22:57:44