Li Neynewayê 7 çekdarên DAIŞê hatin kuştin

Jêderekî ewlekariyê ragihand, li navçeya Cezîra ya Mûsilê pevçûn di navbera hêzên Heşda Şeibî û Lîwaya 44ê ya artêşa Iraqê ji aliyekî ve û çekdarên DAIŞê ji aliyekî din ve derket. Herwiha pevçûnê de 7 çekdarên DAIŞê hatin kuştin.
19.09.2022, Pts - 05:20
Li Neynewayê 7 çekdarên DAIŞê hatin kuştin
Nuçe Belav bike

Jêderekî ewlekariyê ji parêzgeha Neynewayê ragihand, di encama pevçûna di navbera hêzên ewlehiyê û çekdarên DAIŞê de, 7 çekdarên DAIŞê hatin kuştin.

Li gorî zanyariyên wî jêderî, di pevçûnan de, 7 çekdarên û 2 çekdarên Heşda Şeibî hatin kuştin û 8 kesên leşkerî jî birîndar bûn.

Hat diyarkirin ku 3 jê çeteyên DAIŞ’ê yên hatine kuştin xwekuj in.

Di Hezîrana 2014an de DAIŞê tevahiya parêzgehên Mûsil, Selahedîn û Enbarê û beşek ji parêzgehên Diyala û Kerkûkê kontrol kiribûn.

Serokwezîrê berê yê Iraqê Heyder Ebadî di 9ê Kanûna 2017ê de serkeftina li dijî DAIŞê ragihandibû.

Tevî ku zêdetirî 4 sal bi ser derxistina DAIŞê ji herêmê û vegerandina bajaran re derbas bûye, lê êrişên wê rêxistinê berdewam in bi taybet li gundewarên parêzgeha Kerkûk, Diyala, Mûsil, Selahedîn û Enbarê.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 633 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:07:10