Li nêzikê Mûsilê goreke komî ya Kurdên Êzidî derket holê

Îro hêzên Iraqê li rojavayê bajarê Mûsilê goreke bi kom ya Kurdên Êzİdî dîtin, li gor berpirsên navçeyê qorbaniyên wê gorê ji aliyê rêxistina DAIŞ'ê ve şehîd bûne.
22.11.2017, Çar - 14:10
Li nêzikê Mûsilê goreke komî ya Kurdên Êzidî derket holê
Nuçe Belav bike

Li gor ajansa Frans Prss di gorekî komî de termên 73 Kurdên Êzidî hate dîtin û tê de jin û zarok jî hene.

Derbarê wê yekê rêveberê bajarê Qehtaniye yê ser bi Şingalê Şûkir Muhlem Elyas ragehand ku, di wê gora bikom de rûfatên zilam, jin û zarokan hebe û di dema dagîrkirina navçeyê ji aliyê DAIŞ'ê ve şehîd bûn.

Ji aliyê xwe qaymiqamê Şingalê Mehme Xelîl ragehand ku, heta niha 37 gorên bikom li navçeyên cuda li Şingalê hatine dîtin û piştî azadkirina Şingalê ji aliyê hêzên Pêşmerge ve hatin dîtin.

Qaymeqamê Şingalê tekez kir ku, hemû qorbaniyên wan goran kurdên êzdî ne û rexneyê tûnd li hikumeta Iraqê kir ku, alîkarî bo malbatên qorbaniyan pêşkêş nekir.

basnews
Vî nûçeyê tevayî: 1173 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:06:36