Li gorî agahiyên destpêkê, di vê teqînê de du çekdarên Heşdî Şebiyê birîndar bûne.
Çavkaniyeke ewlehiyê ya li Selahedînê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got:
“Li gorî agahiyan, teqînê serê sibehê saet 06:00an rû daye lê hîn ne zelal e bê êrişeke xwekujiyê ye yan jî teqîneke din e.”
Li aliyê din, grûpên nêzîkî Heşdî Şebiyê dibêjin ku êrişeke xwekujiyê bûye û du çekdarên Heşdî Şebiyê birîndar bûne.