Li Xurmatû di navbera çekdarên Heşda Şeibî de şer derket

Li bajarê Xurmatû yê Kurdistanê, di navbera çekdarên Heşd Şeibî de şer derket.
27.12.2017, Çar - 12:22
Li Xurmatû di navbera çekdarên Heşda Şeibî de şer derket
Nuçe Belav bike

Berpirsê asayişa Xurmatû Kawe Mela Perwêz ji BasNewsê re got, şeva borî di navbera komek çekdarên Heşda Şeibî de şer derket.

Li ser sebeba wê yekê jî Kawe Mela Perwêz got, otomobîleka grûpeka çekdarên Heşda Şeibî derbasî devera grûpeka din bibû ji ber wê jî di navbera wan de şer û alozî derketibû.

Heta niha çend caran di navbera grûpên Heşda Şeibî de şer derketiye. Heşda Şeibî ji dehan grûpên çete pêk hatiye ku her grûpek li sazekî dide. Piraniya wan jî yekser girêdayî pasdarên Îranê ne.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1699 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:44:36