Malikî: Êdî hewce nake behsa hilweşandina parlamentoyê bê kirin

Krîza siyasî ya li Iraqê û nakokiyên aliyên siyasî li wî welatî berdewam e û hikûmeta nû hêj nehatiye pêkanîn.
12.09.2022, Pts - 11:18
Malikî: Êdî hewce nake behsa hilweşandina parlamentoyê bê kirin
Nuçe Belav bike

Serokê Hevpeymaniya Dewleta Qanûnê, Nûrî Malikî ragihand, pêwîst nake êdî behsa hilweşandina parlamentoyê bê kirin û divê parlamento dest bi civînên xwe bike û hikûmeteke bihêz bi desthilateke temam were pêkanîn.

Krîza siyasî ya li Iraqê û nakokiyên aliyên siyasî li wî welatî berdewam e û hikûmeta nû hêj nehatiye pêkanîn.

Nûrî Malikî di twîtekê de ragihand, dadgehê biryar da ku nabe parlamento were hilweşandin, ew jî tê wê wateyê ku hilbijartina pêşwext nayê kirin, tenê eger piştî destpêkirina civînên parlamentoyê û pêkanîna hikûmetekê xwedî desthilat be.

Malikî diyar kir, hêzên siyasî piştgirî dan biryara dadgehê û pêşniyara hilweşandina parlamentoyê û hilbijartinên pêşwext red kirin. Bi gotina Malikî, ew yek tê wê wateyê ku êdî ne hewce ye behsa vê mijarê bê kirin, çimku di aliyê siyasî, destûrî û dadgehê de yekalî bûye.

Serokê Hevpeymaniya Dewleta Qanûnê destnîşan kir, hewl û pêşniyarên niha ev e ku parlamento çawan bê aktîvkirin û di pêkanîna hikûmeteke koalîsyon de lez bê kirin daku baştirîn xizmetguzarî bên dabînkirin û aramiya siyasî û emnî çê bibe.

Tevgera Sedr û alîgirên wan daxwaza hilweşandina parlamentoya niha û lidarxistina hilbijartinên pêşwext dikin.

Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê roja 7ê Tebaxa 2022 giliya ji bo hilweşandina parlamentoyê red kir û ragihand, parlamento tenê bi rêkarên destûrî tê hilweşandin.

Di biryara Dadgeha Federal de hatiye gotin, li gor benda 93 a Destûra Iraqê û benda 4 a Qanûna Dadgeha Federal ne ji mafê wê dadgehê ye ku parlamentoyê hilweşîne.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 332 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:26:47