Medyaya Iraqî: Berxwedana Pêşmerge bo sedema paşvekişandina Heşdî Şabî

Beşek ji medyaya Iraqî behsa şikestina îro ya Heşda Şeibî li hember Pêşmerge dikin û dibêjin, Heşda Şeibî li hember Pêşmerge paşve vekişiya.
26.10.2017, Per - 12:12
Medyaya Iraqî: Berxwedana Pêşmerge bo sedema paşvekişandina Heşdî Şabî
Nuçe Belav bike

Îro danê sibê çekdarên Heşda Şeibî bi alîkariya pasdarên Îranê û çekdarên Hizbullaha Lubnanê êrişî çeperên Pêşmerge yên li devera Sihêla, Zumar, Pirdê û Mexmûrê kirin lê tevahiya êrişên wan hatin şikandin.

Şikestina Heşda Şeibî li hember Pêşmerge di medyaya Iraqî de jî deng veda. Malpera bi navê “Bexdad Yewm” bi awayekî bi lez ragihandiye ku milîsên Heşda Şeibî di şerê îro de li hember Pêşmerge derbên giran xwarin û paşve vekişiyan.

basnews
Vî nûçeyê tevayî: 1660 kes dît.
Rojanekirina Dawî:13:11:28