Mesrûr Barzanî: Rewşa Herêma Kurdistanê demki ye...

Îro Şêwirmendê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê li gel cîgirê balyozê Australia li Iraqê civiya.
09.11.2017, Per - 13:11
Mesrûr Barzanî: Rewşa Herêma Kurdistanê demki ye...
Nuçe Belav bike

Îro 09.11.2017ê Şêwirmendê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel cîgirê balyozê Australia li Iraqê Teem Steypoltin civiyan û her du aliyan di axaftina xwe de peyvendiyên herêma Kurdistanê û Australia û pêşketinên dawî gotûbêj kirin.

Derbarê tengezariyên di navbera Hewlêr û Bexda de jî şanda Australia piştgiriya xwe çend zû gotûbêj destpê bikin ji bo her du aliyan giring zanîn û daxwaza xwe li gor destûrê li hevtêgeheştin û xwandina hevbeş daxwaz kirin û ev yek wek faktora çareseriya pirsgirêkên navxweyî yên Iraqê pênase kirin.

Derbarê vê rewşê de Mesrûr Barzanî teqez kir, hikûmeta herêma Kurdistanê amadebûna xwe ya temam bo danûstandinên berfireh derbarê hemû pirsgirêkan diyar kiriye, lê bi mercê hemû mafên destûrî yên herêma Kurdistanê li berçav bê girtinê.

Herwaiha Mesrûr Barzaî diyar kir ku, Herêma Kurdistanê berdewam xwazyarê wê bûye ku bi rêya aştiyane pirsgirêk bên çareser bibe û pêkanîna referandûmê jî yek ji wan rêkarên demokratik û aştiyane bûye bo rêkxistina peyvendiyên di navbera herêma Kurdistanê û Bexdayê.

Li ber dawiya axaftina xwe de Barzanî teqezî bi vê yekê jî kiriye ku herêma Kurdistanê bi yekrêzî dê vê rewşê derbas bike, aştî û jiyana xweş bo hewniştimaniyan dê dabîn bike.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1333 kes dît.
Rojanekirina Dawî:08:35:28