Mihemed Cehfer Sedir xwe ji berbijêriya serokê hikûmeta Iraqê vekêşand

Mihemed Cehfer Sedir vekişîna xwe ji berbijêriya serokatiya hikûmeta nû ya Iraqê ragihand.
13.06.2022, Pts - 07:59
Mihemed Cehfer Sedir xwe ji berbijêriya serokê hikûmeta Iraqê vekêşand
Nuçe Belav bike

Berbijêrê Hevpeymaniya Rizgartiya Niştiman bo posta Serokwezîrê Iraqê Mihemed Cefer Sedir îro Duşemê dest ji wê postê vekişand û li Twittera xwe nivîsî: “Min berbijêriya Sadir ji bo piştgirîkirina li projeya wî ya çaksaziyê niştimanî qebûl kiribû, lê niha dema lêborînê û dema vekişînê ye.”

Her wiha got: “Spas ji bo cenabê wî û Hevpeymaniya Rizgartiya Niştiman ji bo baweriya wan bi min.”

Piştî ku Muqteda El Sedir daxwaz ji Serokê Fraksiyona Sedir Hesen Azerî li Encûmena Nûneran a Iraqê kir ku destjikarberdana parlementerên Tevgera Sedir pêşkêşî Serokê Parlamentoyê bike, Serokê Encûmena Nûneran a Iraqê Mihemed Helbûsî destkişandina parlamenterên bloka Sedirî pejirand.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 515 kes dît.
Rojanekirina Dawî:06:46:29