Muqteda Sedir xwepêşandana milyonî ya heftiya bê da paş

Tevgera Sedir biryar dabû destpêka heftiya bê xwepêşandanekî yekm milyonî li bajarê Bexdayê encam bide, lê îro bi fermana Sedir hat paşxistin.
16.08.2022, Sal - 15:05
Muqteda Sedir xwepêşandana milyonî ya heftiya bê da paş
Nuçe Belav bike

Îro 16.08.2022yê rêberê Tevgera Sedir Muqteda Sedir di tora xwe ya civakî facebookê de ragehand: ‘’Em dê berdewambin ji bo bangeşe kirina çaksazî û dijatiya gendelkaran. Bi taybetî ew gendelkarên ku pişkê li ser şerê navxwe davêjin. Ji ber em parêzgariya aştiya navxwe û xwîna Iraqiyan dikin. Ji bo wê jî em radighînin ku xwepêşandana roja şemiyê ji bo demekî ne diyar hatiye paşxistin.’’

Sedir diyar kir: ‘’Grevên nerazîbûnê dê berdewam bin û parastina xwîna xwe û hêzên ewlehiyê bikin.’

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 402 kes dît.
Rojanekirina Dawî:07:36:25