Nûnertiya Netewên Yekgirtî ya li Iraqê banga diyaloga bê şert û merc dike

Nûnertiya Netewên Yekgirtî li Iraqê (UNAMI) bi boneya derbasbûna salekê di ser hilbijartinên Parlametoya Iraqê re di daxuyaniyekê de got: “Dema wê hatiye ku aliyên siyasî berpirsiyariyê bigirin ser milê xwe û gotinên xwe bi kiryaran ve girê bidin.”
10.10.2022, Pts - 08:02
Nûnertiya Netewên Yekgirtî ya li Iraqê banga diyaloga bê şert û merc dike
Nuçe Belav bike

Nûneratiya Netewên Yekgirtî li Iraqê îro Duşemê di daxuyaniyekê de ragihand, “Iraqî beriya salekê çûne ser sindoqên dengdanê, bi hêviya ku paşerojeke nû ji welatê xwe re xêz bikin, hilbijartin bi dijwariyeke mezin hatin kirin ku di encama fişara xelkê de hat encamdan ku xwepêşandan li seranserê welat kirin û tê de çend sed xortên Îraqî hatine kuştin û bi hezaran jî birîndar bûn. Lê mixabin ev pêngava demokratîk, siyasetên dubendîyê li pişt wê hatin û bêhêviyeke tal û giştî peyda kir.”

Di daxuyaniyê de hat gotin: “Îro dema Iraqê zêde nemaye. Krîza demdirêj nîşana bêîstiqrariyê dide û bûyerên dawiyê jî nîşana wê ye ku metirsiyê li ser jiyana welatiyan heye. Ji bo wê gelekî giring e bûdceya sala 2023an beriya dawiya sale were pesendkirin.”

Daxuyaniyê amaje bi wê yekê jî kir ku di hefte û mehên borî de hewlên bibiryar ji bo aramiya siyasî ji aliyê hemû aliyan ve hatin kirin, lê ti encamek derneket û niha dem hatiye ku çîna siyasî berpirsyariyê hilgire û gotinên xwe bi kiryaran ve girê bide.”

Daxuyaniyê tekez kir, divê hemû alî bê şert û merc diyalogê bikin û li hev bikin û hikûmeteke xwedî desthilatên tam û bibandor ava bikin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 362 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:46:10