Ofîsa Ebadî: Doseya herdu firokexaneyên Hewlêr û Silêmaniyê yekalî bûn

Berdevê ofîsa serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî Seid Hudeysî ragehand ku, niha komîteyên pisporan derbarê doseyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de kar dikin û pêşveçûnên baş di danûstandinan de pêkhatine.
13.03.2018, Sal - 05:49
Ofîsa Ebadî: Doseya herdu firokexaneyên Hewlêr û Silêmaniyê yekalî bûn
Nuçe Belav bike

Herwiha da zanîn ku, doseya herdu firokexaneyên Hewlêr û Silêmaniyê yekalî kirin û doseya mûçeyên fermanberan di qonaxa dawî de ne.

Derbarê girtina doseya deriyên sînorî bi ware nefta kêlgehên sînorê herêma Kurdistanê weke ku, di medeyayê de hatiye belavkirin, Hudeysî got ku, ti zanyariyên wî derbarê rêkeftina Hewlêr û Bexdayê de li ser girtina wan doseyan bo piştî hilbijartinan nîne.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1604 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:52:47