Parlementerê Iraqî daxwaza girtina Talabanî kir

Endamê Parlementoya Iraqê Casim Mihemed Caferî xwest ku Serokê Encûmena Kerkûkê Rêbiwar Kerîm were girtin û encûmena Parêzgeha Kerkûkê bê fesixkirin.
18.11.2017, Cts - 12:07
Parlementerê Iraqî daxwaza girtina Talabanî kir
Nuçe Belav bike

Cafer li ser televziyoneke Iraqî axivî û got, "em li daxuyaniyên Serokê Encûmena Kerkûkê Rêbwar Talabanî yên derbarê vegera bo Kerkûkê û dest bi xebatên xwe şaş dimînin. Ji ber ku lîsteya Biratiyê ya Kurdistanî ku ew jî endamê wê di dema karê xwe de gelek kêşe û qeyran di navbera pêkhateyên Kerkûkê de çêkirin û ya dawî jî dengdana bo bilindkirina alaya herêma(Kurdistanê) û referandûm û qebûlnekirina jikarbidûrxistina Necmedîn Kerîm bûn."

Di berdevamiya axaftina xwe de parlementerê iraqî destnîşan kir û got "Mafê lîsteya biratiyê ku alaya herêmê bilind kiriye û referandûm pêk aniye û Kerkûk xistiye qeyraneke mezin vegere û karê xwe bike" û xwest ku zûtirÎn dem Rêbwar Talabanî were girtin".

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1963 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:04:40