Jibo destpêkirina diyalogan şertên Bexdayê!

Parlemantarê Dewleta Yasa di parlemantoya Iraqê de Casim Beyatî aşkere kir, hefteya bê şanda Herêma Kurdistanê ji bo danûstanên çareserkirina pirsgirêkan serdana Bexdayê dike.
23.11.2017, Per - 07:26
Jibo destpêkirina diyalogan şertên Bexdayê!
Nuçe Belav bike

Piştî biryara Dadgeha Bilind a Federalî ofîsa Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî mercên xwe ji bo destpêkirina diyalogê bi Herêma Kurdistanê re eşkere kirin.

Berdevkê Serokwezîrê Iraqê Seid Hedîsî da xuyakirin dadgehê nerînên derbarê yasayîbûn yan jî neyasayîbûna giştpirsiya serxwebûna Kurdistanê yekalîkirine û ew hilweşandiye.

Seid Hedîsî di berdevama axaftina xwe de anî ziman û destnîşan kir ku ew niha li benda Hikûmeta Herêma Kurdistanê ne ku di jêr siya destûrê de dest bi diyalogê bikin û divê pabendî biryaran û yekîtiya Iraqê bin bo çareserkirina nakokiyên navbera Hewlêr û Bexdayê.

Berdevkê Serokwezîrê Iraqê tekez kir encamdana diyalogê girêdayî bi rêzgrtin ji destûrê, rêzgirtin ji biryarên Dadgeha Federalî, pêngavên hevbeş li ser mijara petrol û ewlehiyê û sepandina desthilata federalî ye.

Hedîsî tekez dike ew xale dibine bingeha avakirina baweriyê bi destpêkirina diyaloga bihêz.

Her wiha berî niha Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî derbarê peywendiyên li gel Bexdayê de ji Rûdawê re eşkere kiribû ku di warên cuda de berdewam in lê heya niha dema destpêkirina diyaloga navbera Hewlêr û Bexdayê nehatiye destnîşankirin.

Weke tê zanînn li ser asta navdewletî jî, bo çareserkirina pirsgirêkan di çarçoveya Destûra Iraqê de daxwaza gotûbêj û diyalogê ji her du aliyan tê kirin, lê belê heta niha Hikûmeta Iraqê bo destpêkirina gotûbêjên siyasî di navbera Hewlêr û Bexdayê de amadebûna xwe neragihandiye.

Aliyê din Casim Beyatî ku kesekî nêzîkî Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî got, di hefteya bê de civînên di navbera hikûmeta Hewlêrê û hikûmeta Bexdayê ji bo destnîşankirina mîkanîzma diyarkirina xalên nakok yên di navbera her du aliyan de, dest pê dikin.

Diyar kir jî, Bexda behsa 80 jêderên darayî ligel şanda Kurdistanê dike, ku di baweriya wê de hikûmeta Herêma Kurdistanê serpêçî di wan jêderan de kiriye.

Amaje bi wê jî kir, girîngtirîn wan jêderan, firokxane, xalên sînorî, derhênan û hinardekirina petrolê û îmzekirina girêbestên di wî warî de ne. Ji bilî hebûna hêzên Pêşmerge li derveyî sînorê Kurdistanê, tekez kir ku danûstandinên di navbera şanda Kurdistanê û Iraqê de bi amadebûna aliyên siyasî û di bin banê destûrê de bi rê ve diçin.

Di berdevamiya axaftina xwe de Beyatî got: “Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di serdana xwe ya ji bo Silêmaniyê de biryara dawiyê ya pêkanîna şanda herêma da, ku ji aliyên beşdarî hikûmetê bûne û her yek erokê hikûmetê û cîgirê wî, wezîrê darayî, wezîrê keştûgalê, berdevkê hikûmetê û şêwirmendên di wanên kargêrî û aborî pêk tê.”

Di daxuyaniya xwe de Beyatî amaje wê kir, yekem rêkeftin hatiye kirin, şanda herêmê ji 2 nûnerên PDK, 2 nûnerên YNK, 2 nûnerên Goran û nûnerekî Komela Îslamî û nûnerekî Yekgirtûya Îslamî pêk tê.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1252 kes dît.
Rojanekirina Dawî:07:22:55