Parlementerê Kurd: Divê hemberi Bexda helwesta me bibe yek!

Endamekî Kurd yê parlamentoya Iraqê dibêje, tenê bi şertekî Kurd dikarin vegerin Kerkûk û deverên Kurdistanî ku yekrêz û yekdeng bin.
29.11.2017, Çar - 06:51
Parlementerê Kurd: Divê hemberi Bexda helwesta me bibe yek!
Nuçe Belav bike

Parlamenterê kurd û endamê firaksyona PDK'ê li parlamentoya Iraqê Şaxewan Ebdullah got, "Tekane rê û şertê ku Pêşmerge û Kurd vegerin deverên Kurdistanî, yekrêzî û yekdengiya kurdan e li hember Bexdayê. Divê em helwesta xwe li hember Bexdayê zelal bikin û xwe bikin yek."

Di berdevamiya hevpeyvîna xwe de Şaxewan Ebdullah her wiha got, divê em ji Bexdayê re bêjin ku eger deverên Kurdistanî vegerin statûya 2014 wê çaxê em dikarin vegerin wan deran. Eger wisa nebe ti kes venagere.

Wî parlamenterê Kurd anî ziman ku eger Bexda razî nebe wê çaxê divê Kurd bi yekcarî ji nav dam û dezgehên Iraqê vekişin û got, wê çaxê hemû cîhan dibîne ku ti ferqek di navbera hikûmeta niha ya Iraqê û rêjîma Sedam de nîne û Kurd nikarin di nav wê sîstemê de bijîn.

basnews
Vî nûçeyê tevayî: 1478 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:08:46