Partiyên Kurd: Divê civaka navdewletî sîstema berevaniya asmanî ji Iraqê re peyda bike

artiyên Kurd yên ku di Parlamentoya Iraqê de komên wan hene bang li Îran û Tirkiyê kirin ku “binpêkirinên xwe yên li dijî Iraq û Herêma Kurdistanê rawestînin”. Herwiha aliyan daxwaz ji civaka navdewletî kirin ku sîstema berevaniya asmanî ji Iraqê re peyda bikin.
22.11.2022, Sal - 08:00
Partiyên Kurd: Divê civaka navdewletî sîstema berevaniya asmanî ji Iraqê re peyda bike
Nuçe Belav bike

Parlamentoya Iraqê ku dê îro demjimêr 11.00an bicive, dê bi mijara “Parastina serweriya Iraqê” civîneke girtî pêk bîne.

Civîna Parlamentoya Iraqê piştî êrişên Tirkiyê yên li ser Başûr û Rojavayê Kurdistanê û êrişên Îranê yên li ser baregehên partiyên Rojhilatê Kurdistanê yên li Herêma Kurdistanê tê lidarxistin.

Partiyên Kurd yên ku komên wan li Parlamentoya Iraqê hene di daxuyaniyeke hevbeş de bal kişandine ser wê yekê ku Herêma Kurdistanê bi mûşek, firokeyên şer û dronan hatiye bombebarankirin.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin “Ev ne cara yekê ye ku serweriya Iraq û Herêma Kurdistanê ji aliyê van welatên cîran ve tê binpêkirin. Em bang li Îran û Tirkiyeyê dikin ku dest ji van binpêkirinan berdin.”

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku divê parlamento di rûniştina 22ê Mijdarê de helwesteke cidî nîşan bide, bang li civaka navdewletî kirin ku sîstema berevaniya asmanî ji Iraqê re peyda bikin û bang li Neteweyên Yekbûyî jî hat kirin ku "li hemberî êrîşên Îran û Tirkiyeyê helwesteke zelal nîşan bidin."

Êrîşên esmanî yên artêşa Tirkiyê

Artêşa Tirkiyê di 20ê Mijdara 2022an de operasyoneke nû ya esmanî bo ser hin navçeyên Rojava û Başûrê Kurdistanê bi navê “Operasyona Pence Şûr” da destpêkirin û firokeyên şer ên Tirkiyê li her du aliyan gelek cih bombebaran kirin.

Di êrişên Tirkiyê de herêmên sînorî yên ji Şêrawa heta Dêrikê yên Rojavayê Kurdistanê û çiyayên Qendîl û Asosê yên Herêma Kurdistanê bûn hedef.

Êrîşê Îranê yên bi mûşek û dronan

Îranê şeva borî careke din bi dron û mûşekan êrîşî baregehên partiyên Rojhilatê Kurdistanê kir. Li gor zanyariyan, baregeha Partiya Demokrata Kurdistana (PDKÎ) li navçeya Koye, Kampa Cejnekan li nêzîk Hewlêrê û baregeha Komeleya Şoreşger a Zehmetkêşên Kurdistanê li Zirgwêz a Silêmaniyê bûne armancên êrîşên Îranê.

Berpirsê Fermandeyê Hêzên Pêşmerge yê Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDKÎ) Kawe Behramî ji Rûdawê re ragihand, di encama bombebaranê de Pêşmergeyekî bi navê Behzad Îskat ê bi nasnav Çiyako şehîd bûye.

Kampa sivîlan hat hedefgirtin

Endamê Polîtboruya Komeleya Şoreşger a Zehmetkêşên Kurdistanê, Aram Muderisî derbarê êrîşa îşev a Îranê de ji Rûdawê re ragihand, “Bi dron û mûşekan baregeha serkirdayetiya partiya Komeleya Şoreşger a Zehmetkêşan li Bane Gewre li Zirguwêzê hatiye armanckirin, lê belê ti zirarên canî nebûye."

Dije Terora Herêma Kurdistanê ragihand ku "Sûpaya Pasdaran a Îranê navend û baregehên partiyên Rojhilatê Kurdistanê yên li Herêma Kurdistanê bombebaran kirin."

Hewlêr ji civaka navdewletî xwest ku li dijî Îranê "helwestek zelal" nîşan bide

Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî êrişên Îranê şermezar kir û daxwaz ji civaka navdewletî kir ku “li hember berdewamiya êrişên Îranê helwestek zelal û aşkere nîşan bidin”.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê têkildarî êrîşên mûşekî û dronî yên Îranê bo ser baregehên partiyên Rojhilatê Kurdistanê daxuyaniyek weşand û tevî şermezarkirina wan êrîşan bang li Tehranê kir, “vê kampîna li dijî Herêma Kurdistanê rawestîne.”

Di daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de tê gotin, “Em bi awayekî herî tund êrîşa şeva bihorî ya Komara Îslamî ya Îranê bo ser Herêma Kurdistanê şermezar dikin.”

Hikûmeta Herêma Kurdistanê dibêje, “ti hincetek ji bo binpêkariya berdewam a serweriya Iraqê û Herêma Kurdistanê ji aliyê Îranê ve tune ye û binpêkirineke aşkere û zelal a qanûn û hiqûqa navdewletî û pêwendiyên cîratiyê ye.”

Di beşeke din a daxuyaniyê de, Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxwaz ji Îranê dike, “vê kampîna li dijî Herêma Kurdistanê rawestîne, çimku aramî qet bi rêya tundûtîjiyê ve nayê bidestxistin.”

Hikûmeta Herêma Kurdistanê herwiha daxwaz ji “dost û hevbeşên xwe yên di Hikûmeta Federal de, Neteweyên Yekbûyî û civaka navdewletî dike, helwestekî zelal û aşkere li bermaber êrîşên berdewam ên Îranê nîşan bidin.”

Îranê di van mehên dawî de êrîşên xwe yên li ser xaka Herêma Kurdistanê zêde kirine.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 538 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:39:54