PDK, Sedr û Sunneyan namzedên serokomarî û serokwezîriyê diyar kirin

Serokê Fraksiyona Tevgera Sedir li Parlamentoya Iraqê pêkanîna hevpeymaniya li gel Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Hevpeymaniya Serweriyê ya Sunneyan bi navê `Rizgariya Niştimanî` ragihand û berbijêrên wê hevpeymaniyê bo serokwezîr û serokomariyê eşkere kirin.
24.03.2022, Per - 06:46
PDK, Sedr û Sunneyan namzedên serokomarî û serokwezîriyê diyar kirin
Nuçe Belav bike

Her wiha hat ragihandin ku Rêber Ehmed berbijêrê serokomariyê û Mihemed Ceifer Sedir jî berbijêrê serokwezîriyê ye.

Serokê Fraksiyona Tevgera Sedir Hesen Ezarî duh, 23/03/2022, îro li gel Sekreterê Polîtburoya PDK\'ê Fazil Mîranî û Serokê Hevpeymaniya Serwerî Mihemed Helbûsî kongreyeke rojnamevanî saz kir û ragihand, “Li ser navê Hevpeymaniya Rizgariya Niştimanî; Mihemed Ceifer Sedir berbijêrê posta serokwezîriyê û Rêber Ehmed jî berbijêrê posta serokomariyê ye.”

Serokê Fraksiyona Tevgera Sedir li Parlamentoya Iraqê, bibîr xist, “Me wek Hevpeymaniya Rizgariya Niştimanî zêdetirîn hejmara kursiyan heye û deriyên me bo hemû hêzên niştimanî vekiriye ji bo giftugoyê.”

Ev yek di demekê de ye, biryar e roja 26/03/2022, Parlamentoya Iraqê kom bibe û bernameya civîna parlamentoyê jî taybet e bi hilbijartina serokomar ku 40 berbijêr rikaberiyê dikin û rikaberiya bihêz jî di navbera berbijêrê PDKê Rêber Ehmed û berbijêrê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Berhem Salih de ye.

Serkirde û parlamenterê Dewleta Yasa Mihemed Zeyadî îro di daxuyaniyekê de, li ser hejmara wan parlamenterên ku dê beşdarî civîna roja 26ê mehê ya parlamentoya Iraqê bibin, ji Rûdawê re ragihand, “Em wek Çarçoveya Hevahengî ku 88 ta 92 îmzeyên me hene, beşdarî civînê nabin, li gel beşek serbixweyan û Hevpeymaniya Ezim û YNK jî naçe civînê û bi vî awayî hejmara parlamenterên ku beşdarî civînê nabin, digihije 135 parlamenteran û rêjeya yasayî ya ji bo sazkirina civînê pêk nayê.”

Parlamenterê Fraksiyona PDKê li Parlamentoya Iraqê Şêrwan Dûberdanî îro, ji Rûdawê re ragihand, hevpemaniya sêqolî ya Tevgera Sedir, PDK û Hevpeymaniya Serwerî ya Sunneyan û hinek parlamenterên nêzikî wan, dibin nêzikî 180 parlamenter, herwiha Tevgera Îmtîdad, Nifşê Nû, beşeke parlamenterên serbixwe nêzikî 34 parlamenter in û beşdarî civînê dibin. 5 parlamenterên kotaya Krîstiyanan, parlamenterên kotaya Kurdên Êzidî, endamên Fraksiyona Iraqî ya Serbixwe ya bi serokatiya Ebdulhadî Hesnawî ku 5 ta 8 parlamenter in, beşdarî civînê dibin.

Li gor gotina wî parlamenterê PDKê, nêzikî 225 parlamenter beşdarî civîna parlamentoya Iraqê dibin ku biryar e roja 26ê vê mehê birêve biçe.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 582 kes dît.
Rojanekirina Dawî:09:50:50