Perlementoya Kurdistanê li ser rewşa Xurmatû civiya

Civîna Perlemana Kurdistan li ser rewşa Xurmatû berdewam e û perlemanterek dibêje: Pêwîst e hemû alî kar ji bo baştirkirina rewşa mişextên Xurmatû bikin.
06.12.2017, Çar - 11:34
Perlementoya Kurdistanê li ser rewşa Xurmatû civiya
Nuçe Belav bike

Parlemanterê fraksiyona Partiya Demokrata Kurdistan li Perlementoya Kurdistanê Şiwan Şêx Ehmed ragihand ku bajarokê Xurmatû rastî karesateke mezin bûye, lewra civîna îro li ser rewşa mişextên Xurmatû ye.

Di devama axaftina xwe de Şiwan Şêx Ehmed diyar kir, ku pêwîst e tevahiya aliyên Kurdistanî kar ji bo baştirkirina rewşa mişextên Xurmatû bikin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1260 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:07:55