Piştî hatina DAIŞ'ê heta niha 100 hezar Êzidî bûne penaber

Nûnerê Kurdên Êzidiyan li wezareta ewqaf û karûbarên ayinî ya herêma Kurdistanê ragehand ku, dawî rêje li ser êzdiyan hatiye amadekirin ew ku, ji Tebaxa sala 2014 ve 6 hezar û 417 Kurdên êzidî yên ji aliyê DAIŞ'ê ve hatine revandin, tenê 3 hezar û 207 kes hatine rizgarkirin.
03.12.2017, Paz - 07:29
Piştî hatina DAIŞ'ê heta niha 100 hezar Êzidî bûne penaber
Nuçe Belav bike

Nûnerê Kurdên Êzidiyan li wezareta ewqaf û karûbarên ayinî ya herêma Kurdistanê Xeyrî Bozanî ji BasNewsê re ragehand ku, piştî dagîrkirina DAIŞ'ê ji Şingalê û heta îro, 2.12.2107 100 hezar Êzdî çûne derveyî welat û hezar û 293 şehîd bûne û 2 hezar û 745 kes sêwî mane, herwiha heta niha 47 gorên bikomî hatine dîtin.

Herwiha da zanîn ku, li gor dawî rêje Êzdiyên li Iraqê 550 hezar kes bûn piştî hatina çekdarên DAIŞ'ê heta niha 100 hezar kes çûne derveyî welat.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1612 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:54:08