Qesabê berê 4 hevalên xwe kuştin, parçe kirin û avêtin çopê

Li parêzgeha Besreyê ya Îraqê qesabekî berê 4 hevalên xwe kuştin, parçe kirin û avêtin çopê.
18.06.2024, Sal - 16:36
Qesabê berê 4 hevalên xwe kuştin, parçe kirin û avêtin çopê
Nuçe Belav bike

Li parêzgeha Besreyê ya Îraqê qesabekî berê 4 hevalên xwe kuştin, parçe kirin û avêtin çopê.

Polîsê Besreyê ragihand ku ew kes ji Misirê ye û hatiye desteserkirin.

Hat ragihandin ku ew kes berê li Misirê qesab bûye û piştî ku 4 hevalên xwe bi kêr û çakûçan kuştine ew hûr kirine û avêtine çopê.

Polîsê Besreyê da zanîn ku her 4 kesên kuştî jî ji Misirê ne û beriya ku wan hûr bike serê wan biriye.

Qesabê berê piştî ku hevalên xwe hûr kirine ew avêtine du tenekeyên gilêşê yên li du taxên cuda yên Besreyê.

Li gorî agahiyên ku polîsan dane, navê wî gumanbarî “Memdûh” e û hewl daye bireve Bexdayê.

Piştî ku hatiye desteserkirin li xwe mikur hatiye û daye zanîn ku wî perçeyên terman avêtine deverên cuda.

Li hêla din, li gorî agahiyên ku polîsan dane her 4 kesên kuştî jî li Besreyê karker bûne.  

 

Vî nûçeyê tevayî: 304 kes dît.
Rojanekirina Dawî:22:56:23