Serokê Encumena Parêzgeha Kerkûkê Rêbwar Talebanî ragihand, eger Destûra Iraqê were bicîhanîn divê Kerkûk vegere beriya 16 Cotmehê.
Serokê encumena Kerkûkê Rêbwar Talebanî di axaftina xwe ya li gel BasNewsê de got, gelek hewl hene bo ku rewşa Kerkûkê vegere rewşa berê. Lê eger em hemû girêdayî Destûrê bin wê çaxê rewşa Kerkûkê divê vegere beriya 16 Cotmehê.
Rêbwar Talebanî her wiha got, bo ku em bikarin mafên xwe bi dest bînin divê em di nav xwe de yek bin û dest ji nakokiyên xwe yên siyasî berdin. Helbet xeletiyên her kesî hene lê divê em xeletiyên xwe sererast bikin.
Serokê Encumena Parêzgeha Kerkûkê li ser wan doz û giliyên ku li dijî wî hatine kirin jî got, serê min bilind e ji ber ku ji ber xatirê bilindkirina alaya Kurdistanê gilî li min hatiye kirin.