Rêber Ehmed: Divê hikûmeta nû ya Iraqê bilez were avakirin

Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê û Kandîdê Hevpeymaniya Rizgariya Niştiman ji bo posta Serokomarê Iraqê Rêber Ehmed ragihand, divê bilez hikûmeta nû ya Iraqê were pêkanîn.
19.04.2022, Sal - 07:34
Rêber Ehmed: Divê hikûmeta nû ya Iraqê bilez were avakirin
Nuçe Belav bike

Rêber Ehmed liser medya civakî “Twitter” ragihand, hilbijartinên pêşwext, encamên daxwazên rewa û qurbaniyên mezin ên ji bo Iraqeke baştir bû.

Rêber Ehmed ragihand jî, “Ji ber wê, pêwîst e hemû alî rêzê li encamên wê bigire û ji ber vê yekê divê her kes rêzê li encamên wê bigire û lezê bide avakirina hikûmeteke ku daxwazên kolanên Iraqê pêk bîne”.

Ehmed piştî wergirtina baweriya Hevpeymaniya Rizgariya Niştiman ji bo postê Serokomarê Iraqê ragihand: “Wergirtina vê baweriyê, ji min re cihê şanaziyê ye.”

Rêber Ehmed Xalid xelkê gundê Barzan e, bav û malbata wî hatin enfalkirin û tenê ew ji malbata xwe rizgar bû. Piştî rizgarbûnê koçberî Îranê bûye, piştî raperîna sala 1991ê, bûye endamê sekreteriya Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê, piştre bûye endamê ofîsa navendî ya rêkxistina PDKê.

Ji destpêka Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji Tîrmeha 2019an heta niha, Rêber Ehmed postê Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê birêve dibe, niha jî ji aliyê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ve ji bo serokomariya Iraqê hat namzetkirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 592 kes dît.
Rojanekirina Dawî:08:35:29