Serokê Şaneya Ragihandina Ewlehiyê ya Iraqê Seed Mein îro (Sêşem, 24ê Hezîrana 2025ê) ragihand, "Droneke nenas li serê sibeha îro radareke sîstema bergiriya asmanî ya bingeha leşkerî ya Tacê bombebaran kir."
Seed Mein amaje jî da, “Droneke din jî li nêzîkî jeneratoreke elektrîkê ketiye.” Herwesa got, “Ti zirareke canî ji wê rûdanê peyda nebûye.”
Ji aliyekî din ve jî çavkaniyeke ewlehiyê eşkere kiriye ku, radareke din li bingeha asmanî ya Îmam Eliyê li parêzgeha Zîqarê ji aliyê dronekê ve hatiye bombebarankirin û bi tevahî hatiye pûçkirin.
Wê çavkaniyê herwesa got, "Du seetan piştî wê bûyerê, lijneyeke Wezareta Bergiriyê gihîşt cihê wê bûyerê." Amaje jî da ku, ew lijne dê rewşa ewlehiyê û zirarên wî cihî binirxîne.
Serokê Amerîkayê Donald Trump derengê şeva borî (Duşem, 23.06.2025) li ser tora civakî ya Truthê ragihand, "Îsraîl û Îranê di yek demê de daxwaza aştiyê kiriye. Niha dema aştiyê ye û cîhan û Rojhilata Navîn serketîyên rastîn ên agirbesta di navbera Îran û Îsraîlê de ne."
Desteya pexşê Îsraîlê li serê sibeha îro (Sêşem, 24.06.2025) ragihand, "Agirbesta di navbera Îsraîl û Îranê de dest pê kir."
Îsraîlê li serê sibeha roja Înê (13ê Hezîrana 2025ê) bi zêdetirî 200 balafirên şerî bi dehan cihên leşkerî û bingehên atomî li Tehranê û çend deverên din ên Îranê bombebaran kirin. Herwesa hejmareke berpirsên leşkerî yên payebilind û zanayên atomî kuştin.
Îranê jî derengê şeva Înê ji aliyê xwe ve wekî bersivek ji bo êrîşên Îsraîlê Operasyona "Soza Rastgo ya 3"ê ragihand û bi sedan mûşekên balîstîk avêtin Tel Evîvê. Sîstema bergiriya asmanî ya Îsraîlê rê li piraniya wan girt. Lê hejmareke wan ket û çend avahî û xanî wêran bûn.