Serokomariya Iraqê êrişa Tirkiyê şermezar kir

Serokomariya Iraqê derbarê bombebarana civîna fermandarên Hêzên Zêrevanên Sînorî yên wî welatî û PKKê de daxuyaniyek belav kir û tê de ew êrişa Tirkiyê şermezar kir
11.08.2020, Sal - 19:37
Serokomariya Iraqê êrişa Tirkiyê şermezar kir
Nuçe Belav bike

Berdevkê Serokomariya Iraqê êrişa balafira bê firokevan a Tirkiyê li navçeya Sîdekanê a Herêma Kurdistanê ku di encamê de du efseran jiyana xwe ji dest dane, weke binpêkirina serweriya Iraqê pênase kir û ew êriş şermezar kir.

Di daxuyaniya Serokomariya Iraqê hatiye gotin, ew armancgirtina herêma Sîdekanê weke binpêkirina serweriya xwe dibînin û ew êriş li dijî hiqûqa navnetewî ye.

Berdevkê Serokomariya Iraqê dibêje: “Binpêkirinên berdewam ên serbazî yên artêşa Tirkiyê li nav axa Iraqê binpêkirinên metirsîdar ên li dijî serweriya xaka Iraqê ye û li dijî hiqûqa navnetewî ye û em van êrişên dibin sedema hêzên me û welatiyên me yên sivîl şermezar dikin.”

Berdevkê Serokomariya Iraqê herwiha daxwazê ji Tirkiyê dike ku demildest êrişên xwe yên li nav axa Iraqê (Başûrê Kurdistanê) rawestine û weke du welatên cîran bi rêya diyalogê bi awayeke aştiyanê wê pirsa ewlehî çarser bikin.

Şaneya Ragihandinê ya Emnî ya Iraqê pêştir, derbarê bombebarana civîna fermandarên Hêzên Zêrevanên Sînorî yên wî welatî û PKKê de daxuyaniyek belav kir û ragihand, bombebaran ji aliyê balafira Tirkiyê ve hatiye kirin û du efserên Iraqî û şofêrê otomobîla wan hatine kuştin.

Şaneya Ragihandinê ya Emnî ya Iraqê dibêje: “Tirkiyê bi rêya balfireke bê firokevan êrîşî wesayiteke leşkerî ya Zêrevanên Sînor li navçeya Sîdekanê kir, ku bûye sedema şehîdbûna Fermandarê Lîwaya Duyem a Zêrevanên Sînor ên Navçeya Yekem û Fermandarê Fewca Sêyem ya ser bi Lîwaya Duyem û şofêrê wesayitê.”

Peyamnêrê Rûdawê li Soranê, Bextiyar Qadir ragihand, îro balafirên bê firokevan civîneke berpirsên PKKê û fermandarên hêzên Zêrevanên Sînor ên Iraqê li Sîdekanê bombebaran kirine.

Civîna herdu aliyan li Zozanên Bêrmê ya Dîndaran li sînorê nahiyeya Sîdekanê ya ser bi qezaya Soranê ve bûye.

Fermandeyên serbazî yên Iraqê û berpirsên PKKê ji bo hevahengî û rawestandina şer û aloziyan ketibûne civînê.

Li gor zanyariyên peyamnêrê Rûdawê yê li Soranê, Bextiyar Qadir bi dest xistine, 7 kes ji berpirsên leşkerî yên Iraqê û PKKê di vê civînê de bûne.

Rêveberê Nahiyeya Sîdekanê, Îhsan Çelebî jî têkildarî êrîşê ji Rûdawê re ragihand: “Demjimêr 15:45 êvara îro, çend balafirên bê firokevan li devera Biradost, otomobîleke Zêrevanên Sînor ên Iraqê kirine armanc.”

Îhsan Çelebî diyar kir, di encama bombebaranê de çend zêrevanên sînor jiyana xwe ji dest dane, ku du efserên pilebilind ên hêzên Zêrevanên Sînor ên Iraqê jî di nava kuştiyan de ne û yek ji wan efserek bi pile Emîd û yê din jî pileya wî Eqîd e.

Bi gotina, Çelebî herdu efser jî Kurd in.

Nerinaazad
Vî nûçeyê tevayî: 747 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:11:41