Serokwezîrê Îraqê diçe Amerîkayê

Koşka Spiyê ragihand, Serokwezîrê Îraqê dê biçe Amerîkayê û bi Joe Biden re pêwendiyên Îraq û Amerîkayê gotûbêj bike.
23.03.2024, Cts - 09:36
Serokwezîrê Îraqê diçe Amerîkayê
Nuçe Belav bike

Koşka Spiyê di daxuniyekê de ragihand ku dê 15ê Nîsanê Serokê Amerîkayê Joe Biden, Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî pêşwazî bike.

Herwiha hat ragihandin ku Biden û Sûdanî bi armanca avakirina hevahengiyê ji bo armancên hevbeş ê her du welatan û bihêzkirina pêwendiyan dualî yên Amerîka û Îraqê dê bicivin.

“Amerîka û Îraq pabendî rêkeftina stratejîk in”

Koşka Spî di berdewamiya daxuyaniya xwe de got:

“Serokê Amerîkayê û Serokwezîrê Îraqê pabendbûna xwe ya bi rêkeftina stratejîk a her du aliyan dupat dikin.

Herwiha her du alî pabendbûna xwe ji bo Îraqeke bi îstîqrar û xwedî serwerî jî dupat dikin.”

Di beşeke din a daxuyaniyê de hat gotin:

“Di civîna Serok Biden û Serokwezîr Sûdanî de hinek mijar wê bêne gotûbêjkirin û wê çend mijaran jî bi hev bişêwirin.

Di nav wan mijaran de pabendbûna hevpeymaniyê ji bo têkbirina bi yekcarî ya DAIŞê û guhertina erkên serbazî yên hêzên Hevpeymaniya Navdewletî hene.”

 

Vî nûçeyê tevayî: 680 kes dît.
Rojanekirina Dawî:22:57:00