Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî ji bo Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî, Wezîrê Karên Derve yê Îranê Husên Emîr û şandeya bi wan re peyameke sersaxiyê belav kir û got:
“Em ji Rêberê Komara Îslamî Elî Xamineyî, Hikûmeta Îranê û gelê Îranê re ji dil û can serxasiyê dixwazin.
Em radigihînin ku em di vê karesata giran de li kêleka gelê Îranê yê bira ne.”
Çi bûbû?
Îbrahîm Reîsî û Serokkomarê Azerbaycanê Îlham Aliyev doh li ser sînorê Îranê û Azerbeycanê bi merasîmeke fermî bendavek vekiribû.
Piştî merasîmê di rêya vegerê de helîkoptera Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî li herêma Culfayê ya Tewrêzê ketibû.
Doh ji ber şer û mercên xerab ên hewayê karên lêgerînê bi zehmetî dihatin kirin.
Enqaza helîkopterê îro (piştî ketina wê 15 saetan) bi dronan hat tesbîtkirin û derket holê ku li cihê enqaza helîkopterê ti nîşaneyên jiyanê nînin.
Televîzyona dewletê ya Îranê ragihand ku kes ji qezayê bi saxîtî nefiliye.
Kî û kî mirine?
Piştre hat ragihandin ku Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî, Wezîrê Karên Derve yê Îranê Husên Emîr Abdulahiyan, Melayê Înê yê Tewrêzê Ayetulah El Haşim û Parêzgarê Azerbeycana Rojhilat Melîk Rehmetî canê xwe ji dest daye.
Li hêla din 2 rayedarên leşkerî yên pilebilind ên Supaya Pasdaran û 3 muretebat jî di heman helîkopterê de mirine.