Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî di çarçoveya serdana xwe ya Almanyayê de ji kanala Deutsche Welle (Dengê Almanyayê) re hevpeyvînek kir.
Di daxuyaniya Ofîsa Ragihandinê ya Serokwezîrê Iraqê ya derbarê hevpeyvîna Sûdanî de hat ragihandin “Çi ji aliyê Îranê, çi jî ji aliyê Tirkiyê ve, her êrîşek li ser her devereke Iraqê nayê qebûlkirin.”
Sûdanî tekez kir ku ew destwerdanên leşerî yên Tirkiyê û Îranê yên di van demên dawî de red dikin û got “Me êrîşên dawî yên li ser herêmên sînor bi helwesteke fermî red kir. Di heman demê de, em amade bûn ku bi van welatên ku têkiliyên me yên cuda û berjewendiyên hevpar bi wan re hene, diyalogê bidomînin.”
Sûdanî diyar kir ku li herêmên sînor dest bi tedbîran kirine û dibêje “Li van herêman komên ku car caran dikevin Îran an jî Tirkiyeyê ji bo çalakiyên tundiyê pêk bînin hene.”
Serokwezîrê Iraqê Sûdanî heriwha ragihand “Bi Tirkiyeyê re xalên me yên hevpar ên olî, çandî û civakî hene. Lê birêkûpêkkirina vê têkiliyê di çarçoveya berjewendiyên hevpar de û destwernedana di karûbarên wê yên navxweyî de rewşa heyî ye.”
Serokwezîrê Iraqê amaje bi wê yekê jî kir ku wan karên qaçaxçîtiyê ji gelek deverên welatên cîran dîtine û got “Servîsên ewlekarî yên Îraqî bi taybetî balê dikişînin ser sînorên Îraqî ji bo pêşîgirtina li derbasbûna terorîstan û mezinbûna çalakiya madeyên hişbir.”
Sûdanî tekez kir ku divê welatên cîran destêwerdana karên navxweyî yên hevdû nekin û anî ziman “Weke hikûmet, baştirîn nêzîkatî ji bo me ew e ku peywendiyên hevseng di navbera Iraq û welatên cîran de, li ser esasê rêzgirtina ji hevdu, berjewendiyên hevbeş û destwernedana di karûbarên navxwe de bin.
Sûdanî bal kişand ser gendeliyê û diyar kir ku gendelî planên giştî yên li Iraqê asteng dike û rê li ber pêşketinan digire û got “Hikûmet di têkoşîna li dijî gendeliyê de zelal e”
Serokwezîrê Iraqê dilxwaziya xwe ji bo pêşxistina hevkariyên ligel Almanya di warê ewlehiyê de nîşan da û dibêje “ Têkoşîna li dijî terorê pêwîstî bi berdewamiya vê têkilî û hevkariyê heye.”
Sûdanî her wiha diyar kir ku "mafên mirovan" yek ji destkeftên herî girîng ên pêvajoya demokrasiyê ya piştî sala 2003'an e û mafê mirovan nayê paşguhkirin.