Îro Sêşemê 24ê Çileya 2023an, Ofîsa Ragihandinê ya Serokwezîrê Iraqê daxuyaniyek belav kir, ku tê de hatiye eşkerekirin: “Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî pêşwazî li Mîrê Êzidiyên li Iraq û cîhanê Mîr Hazim Tehsîn Beg û şanda pê re kir, ku ji nûnerên pêkhateya Êzidî yên li parlamentoyê û hejmarek ji zanayên olî û şêx û navdarên Êzidî pêk hatibû.”
Di hevdîtinê de Mihemed Şiya Sûdanî ragihandiye ku şanazî û rêza wî ya mezin ji bo vê pêkhateya qurbanîder heye û eşkere kiriye ku avakirina Şingal û deşta Neynewa ji armancên hikûmeta Iraqê ye.
Herwiha Sûdanî diyar kiriye ku avakirin û pêşkêşkirina xizmetguzariyan, mercê seqamgîrbûna navçeyê ye.
Ji bo biryara tapokirina milkên li Şingalê, Mîr Hazim Tehsîn Beg spasî û pêzanînên peyrewên ola Êzidî ji Serokwezîrê Iraqê re gihandiye.
Herwiha şanda Kurdên Êzidî ji Sûdanî daxwaz kiriye ku serdana Şingalê û perestgeha Lalişê bike. Mihemed Şiya Sûdanî soz daye ku vê daxwaza wî di demeke nêz de cîbicî bike.