Serokwezîrê Îraqê û Balyoza Amerîkayê li Bexdayê dicivin

Serokwezîrê Îraqê û Balyoza Amerîkayê li Bexdayê dicivin û danûstandinan li ser aktîvkirina stratejiya navbera Amerîka û Îraqê dikin.
03.05.2024, Cum - 17:30
Serokwezîrê Îraqê û Balyoza Amerîkayê li Bexdayê dicivin
Nuçe Belav bike

Nivîsîngeha Serokwezîrê Îraqê îro (În, 03.05.2024) ragehand, “Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî û Balyoza Amerîkayê li Îraqê Alina Romanowski civiyan û her du aliyan danûstandin li ser peywendiyên dualî û hevahengiya navbera wan kirin”.

Herwesa di wê civînê de behsa serdana Sûdanî ji bo Waşintonê jî hat kirin ku bû sedema îmzakirina çend lihevkirinan di warên enerjî û bazirganî û ewlehiyê de.

Herwesa her du aliyan bal kêşa ser ser bingehên peywendiyên dualî yên navbera her du welatan û lidûçûna karên Lijneya Hevahengiyê ji bo aktîvkirina lihevkirina stratejî ku westgehên wê yên berfireh alîkariya hevpar di berjewendiyên gelên Îraq û Amerîkayê de vedigirin.

Serokwezîrê Îraqê pêştir jî ragehandibû, “Peywendiya Amerîka û Îraqê kilîla seqamgiriya Rojhilata Navîn e û civîna me ya bi Serokê Amerîkayê Joe Biden re li roja 15ê Nîsanê ji bo hevpariya nû di navbera Bexda û Waşintonê de derfetek bû”.

 

Vî nûçeyê tevayî: 559 kes dît.
Rojanekirina Dawî:23:00:47