Şeş serdanker di şerê navbera du eşîretên Necefê de birîndar bûn

Şeş serdankerên Çiliya Îmam Hisên li nêzî bajarê Necefê ji verêja teqeya şerê navbera du eşîretan birîndar bûn.
22.08.2024, Per - 10:09
Şeş serdanker di şerê navbera du eşîretên Necefê de birîndar bûn
Nuçe Belav bike

Çavkaniyên ewlehiyê yên parêzgeha Necefê duhî (Çarşem, 21.08.2024) eşkere kir, “Di rûbirûbûna çekdarî ya navbera du eşîretan de li ser rêya serdankerên Çiliya Îmam Hisên, şeş kes birîndar bûn.”

Çavkaniyên ewlehiyê di derheqa wî şerî de ji medyaya Îraqî re ragehand, “Li devera Zergeyê ya Qezaya Kofeyê li navenda parêzgeha Necefê, du eşîret li ser rêya serdankerên Çiliya Îmam Hisên ku ber bi Kerbelayê diçûn bi şer çûn.”

Li dû amaran, çar serdankerên Îraqî û du serdankerên Îranî di wî şerî de birîndar bûn û tirs di nav serdankerên din de jî çê bû.

Herwesa çavkaniyên ewlehiyê amaje jî da, “Piştî wê rûdanê, hêzeke ewlehiyê ya zêde ji bo kontirolkirina rewşê gehişt deverê û hejmareke çekdaran ji her du aliyên wî şerî desteser kir.”

 

Vî nûçeyê tevayî: 171 kes dît.
Rojanekirina Dawî:22:52:38