Sextekariyek di budceya giştî ya Îraqê de eşkere dibe

Berî belavkirin û çûna di warê bicihanînê ya budceya giştî ya Îraqê de, Civata Wezîran sextekariyeke metirsîdar û yarîkirina bi xişteyên budceyê piştî pejirandina wê li Civata Nûnerên Îraqê eşkere dike. Ev mijar jî li Civata Nûnerên Îraqê germ dibe û piraniya endamên wê civatê nîgeran bûne. Lijneya Darayî jî lijneyek ji bo lêkolînên li ser wê dozê pêk aniye.
23.08.2024, Cum - 09:53
Sextekariyek di budceya giştî ya Îraqê de eşkere dibe
Nuçe Belav bike

Eşkerebûna sextekariyekê di xişteyên budceya giştî ya Îraqê de gêleşokeke nû di navbera Civata Nûneran û Hikûmeta Îraqê de çê dike, piştî ku berî demekê Civata Nûneran ragehand ku, 15 tirilyon dînar li ser xişteyên di budceyê de hatine zêdekirin, ku lihevkirin li ser hatiye kirin û hatine pejirandin.

Perlemanterek dibêje, “Eger ew mijar rast be, Muhsin Mendelawî endametiya xwe li Civata Nûnerên Îraqê ji dest dide. Tevî ku Mendelawî wê gotgotkê red dike, lê li dû hûrbîniyên Civata Wezîran, 15 tirilyon ji bo xişteyên budceyê hatine zêdekirin.”

Endamê Civata Nûnerên Îraqê Basim Xeşan di çavpêkeftineke tilevizyonî de tekezê dike, “Civata Nûnerên Îraqê şaşîtiyeke qanûnî di edilandina xişteyên budceyê de kiriye.” Herwesa got, “Eger hikûmetê hûrbînî ji bo xişteyên budceyê nekiriba, gelek nemabû ku qanûna budceyê hatiba belavkirin û keftiba di warê bicihanînê de.”

Endamê Civata Nûneran ê Serbixwe Ehmed Mecîd Şermanî jî ji aliyê xwe ew sextekarî piştrast kir û got, “Lêkolîn li ser wê mijarê berdewam in û me daxwaza tevaya belgeyan ji Lijneya Darayî kiriye, ji bo ku hûrbînî li ser wan xişteyan bê kirin û rastî bên eşkerekirin. Em niha li benda belgeyan in û piştî hûrbîniyê, me dê li beranberî hebûna her yarîkirin û sextekariyekê helwesta xwe ya taybet hebe.”

Ehmed Mecîd Şermanî tekez jî kir, “Ew livîn ji aliyê piraniya endamên Civata Nûnerên Îraqê ve tê piştgirîkirin û ewger ew gotgotk rast bin, nabe em li ser mijareke wesa metirsîdar bêdeng bibin û lijneyeke taybet jî ji bo wê meremê hatiye pêkanîn.”

Ev di demekê de ye ku Serokê Civata Nûnerên Îraqê bi wekalet Muhsin Mendelawî red kiriye ku, çi sextekariyekê di xişteyên budceyê hatibe kirin û tekezê dike, “Xişte her ew in ên ku piştî pejirandina wan li Civata Nûneran ji bo hikûmetê hatine şandin, lê herwekî Endamê Lijneya Darayî Muîn Kazimî tekez kir, lêkolîn ji aliyê lijneya taybet ve berdewam in û heta niha lêkolîn bi Sikirtêrê Giştî yê Civata Nûneran û Birêveberê Nivîsîngeha Serokê Civata Nûneran re hatine kirin.”

Ji aliyekî din ve Endamê Civata Nûnerên Îraqê Basim Xeşan tekez dike, “Eger sextekirina xişteyên budceyê û yarîkirina bi xişteyan hat piştrastkirin, goman tê de nîne ku Mendelawî dê endametiya xwe li Civata Nûnerên Îraqê ji dest bide”. Amajeyê jî dide, Sextekarî bi awayekî wesa hatine kirin, çi endamên Civata Nûneran pê nehesiyane.”

Ev di demekê ye ku Civata Nûnerên Îraqê ragehandiye, “Ew xişteyên lihevkirin li ser hatiye kirin û bi 211 tirilyon dînaran hatine xeminandin, piştî ku li Civata Nûneran deng li ser hatiye dan, 15 tirilyon dînarên din ji bo budceya resen hatine zêdekirin, ku bi gotina şarezayên darayî û aborînasan ev pêşhateke gelek metirsîdar e.”

 

Vî nûçeyê tevayî: 173 kes dît.
Rojanekirina Dawî:23:01:22