Şirovekarekî siyasî: Amerîka ji Iraqê dernakeve

Şirovekarekî siyasî dibêje, Amerîkayê bi ti awayî pirsa vekişîna hêzên xwe ji Iraqê gotûbêj nekiriye û plan dike ku hêzên xwe mîna Japonê, li Iraqê jî bihêle.
10.07.2024, Çar - 10:00
Şirovekarekî siyasî: Amerîka ji Iraqê dernakeve
Nuçe Belav bike

Mijara vekişîna hêzên Amerîkayê di qada siyasî ya Iraqê de cihê nakokiyê ye, piştî sê gerên danûstandinan, hîn jî ji tiştê ku jê tê hêvîkirin, ne bi dilê Iraqiyan e. Rayedarên Amerîkî tekez dikin ku ew mijûlî nirxandina metirsiya DAIŞê ne, da ku careke din metirsiya DAIŞê dernekeve holê.

Piştî çendîn civîn û danûstandinên di navbera şanda bilind a leşkerî ya Iraq û Amerîkayê de, kar ji aliyê sê komîteyên bo nirxandina rewşa ewlehiyê, sînor û şiyanên hêzên ewlehiyê yên Iraqê hat kirin. Serokwezîrê Iraqê û Cîgirê Alîkarê Wezîrê Berevaniya Amerîkayê ji bo karûbarên Rojhilata Navîn civiyan.

Sûdanî tekezî li ser pêwîstiya bidawîanîna erkê Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê kir, lê ligel wê jî daxwaza welatê xwe ji bo bihêzkirina pêwendiyên dualî jî dubare kir.

Li hemberê, şanda Berevaniya Amerîkayê got, ew dê zêdetir warên çekdarkirin, ewlehî û bihêzkirina hêzên şerker ên Iraqê bi pêş bixin û herwiha piştevaniya ewlehî, serweriya Iraqê, geşepêdana aborî û pêşvebirina hemû di waran de bikin.

Li ser egera mayîna demdirêj a hêzên Amerîkayê li Iraqê, şirovekarê siyasî yê Iraqî Seîd Bedrî di wê baweriyê de ye, Amerîka plan dike ku senaryoya leşkerên xwe yên li Japonyayê dubare bike û leşkerên xwe li Iraqê bihêle.

 

Vî nûçeyê tevayî: 238 kes dît.
Rojanekirina Dawî:23:00:01