Sûdanî: Em nahêlin kes ji axa me êrişî Îranê bike

Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî got, “Em rê nadin ku ti kes axa Îraqê bi kar bîne û êrişî Îranê bike.”
11.09.2024, Çar - 16:56
Sûdanî: Em nahêlin kes ji axa me êrişî Îranê bike
Nuçe Belav bike

Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan çû Bexdayê û cuda cuda bi Serokkomarê Îraqê Letîf Reşîd û Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî re civiya.

Sûdanî û Pizîşkiyan piştî civînê konferanseke rojnamegeriyê ya hevpar li dar xist.

“Em nahêlin kes ji axa me êrişî Îranê bike”

Serokwezîrê Îraqê diyar kir ku Îran û Îraq naxwazin alozî û şerên li herêmê berfireh bibin û got:

“Em rê nadin ku ti kes axa Îraqê bi kar bîne û êrişî Îranê bike.”

“Divê em welatên Îslamî yek bin”

Mesûd Pizîşkiyan jî bal kişand ser girîngiya “yekîtiyê” û got:

“Divê em welatên Îslamî hemû yek bin û ji cihêbûnê dûr bin. Eger em bi hev re bixebitin em dikarin nehêlin ku herêm aloztir bibe.”

 

Vî nûçeyê tevayî: 207 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:37:02