Termê qurbaniyên topbarana Tirkiyê ber bi Bexdayê ve tên birêkirin

Di encama topbarana Tirkiyê de, 9 geştiyarên ji navarast û başûrê Iraqê hatin kuştin
21.07.2022, Per - 06:47
Termê qurbaniyên topbarana Tirkiyê ber bi Bexdayê ve tên birêkirin
Nuçe Belav bike

Peyamnêrê K24ê li Duhokê got: “Îro termê 9 welatiyên ku li gundê Perexê di topbarana Tirkiyê de hatine kuştin, ji Duhokê bo Hewlêrê tên şandin û piştre ber bi cihên xwe ve tên birêkirin.”

Qeymeqamê Zaxo duhî diyar kiribû, geştiyarên di encama topbarana Tirkiyê li ser navçeyeke geştiyariyê yê nêzîkî gundê Perexê de, hatibûn kuştin û birîndarkirin, ji navarast û başûrê Iraqê ne.

Peyamnêrê me diyar kir jî: “Termê wan welatiyan, li Bijîşkiya Dadî ya Duhokê bi amadebûna Parêzgarê Duhokê û hejmarek ji berpisên din, bi merasîmekê ber bi Hewlêrê ve tên birêkirin.”

Di wê derbarê de, Parêzgarê Duhokê Elî Teter got: “Piştî wê bûyerê, li Zaxo û Duhokê çareseriyên bijîşkî yên pêwîst ji birîndaran hatin kirin. Şeva borî her yek ji Wezîrê Derve, Serokerkanê Iraqê û Sekreterê Giştî yê Serokwezîrê Iraqê gihîştin Duhokê û termê qurbaniyan bo Hewlêrê tên şandin, ji wir jî ber bi Bexdayê ve tên birêkirin.”

Parêzgarê Duhokê got jî: “Em tundî vê topbarana Tirkiyê şermezar dikin ku bû sedema kuştina 9 welatiyên û birîndarbûna 23 kesên din û daxwaz dikin ku Tirkiye û PKK şerê ji Herêma Kurdistanê dûr bixin.”

K24
Vî nûçeyê tevayî: 414 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:47:32