Tevgera Sedir banga xwepêşandana seranserî kir

Tevgera Sedir bi rêya Salih Mihemed ku wek wezîrê Sedir tê nas kirin û hemû peyamên Tevgera Sedir bi navê wî tên belav kirin de peyameke nû belav kir û ragehand: Sibe demjimêr 17:00ê êvari li hemû parêzgehan xwepêşandan bikin.
11.08.2022, Per - 13:21
Tevgera Sedir banga xwepêşandana seranserî kir
Nuçe Belav bike

Îro 11.08.2022yê Salih Mihemed ku wek wezîrê Sedir tê nasîn, peyamek belav kir û daxwaz ji wan kesan kir ku ‘’çaksaziyê dixwazin’’, demjimêr 17:00ê ango 5ê êvariya roja Înê herkesek ji aliyê xwe ve li hemû parêzgehan kom bibin û xwepêşandanê bikin. Herwaha ev kar wek karê dijî gendelî û dijî gendelkaran pênase kir.

Wezîrê Sedir daxwaz kir divê tenê bi rêya wî ve peyamên Tevgera Sedir werbigrin û nabe guhdarî peyc û rûpelên sexte bikin.

Herwaha daxwaz kir forma yasayî ji bo hilweşandina parlamentoyê tejî bikin, ku pêşkeşî desthilatiya dadweriyê bê kirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 402 kes dît.
Rojanekirina Dawî:09:58:28