Tevgera Sedir: Civîna Kazimî ya li gel aliyên siyasî ti tiştekî wê ji bo gel nîne

Salih Mihemed El Iraqî yê ku wek Wezîrê Sedir tê nas kirin, bi tundî rexne li civîna serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî kir, ku li gel serokên kutleyên siyasî pêkanî û ji bo hewldaneke derketina ji aloziya siyasî armanca wê bû.
18.08.2022, Per - 12:08
Tevgera Sedir: Civîna Kazimî ya li gel aliyên siyasî ti tiştekî wê ji bo gel nîne
Nuçe Belav bike

Îro 18.08.2022yê Salih Mihemed El Iraqî di tora xwe ya fermî ya civakî di facebookê de ragehand: ‘’Civîna duh a serokwezîrê Iraqê li gel serokên kutleyên siyasî ti tiştekî wê ji bo gel nebû.’’

Herwaha amaje bi wê yekê jî kir ku: ‘’Civîna duh di bin fişara derve de pêkhat û piraniya amadebûyên civînê tenê giringî bi mayîna li ser kursiyan didin. Ji ber wê jî hewldidin dûr bikevin ji daxwazên xwepêşanderan.’’

Wezîrê Sedir amaje bi wê yekê jî kir ku xwepêşander, wan kesane qet naxwazin, tenê li ser kursiya desthilatê dûrdikevin.

Salih Mihemed Iraqî diyar kir: ‘’Xema wan a serekî ew bû, ku hikûmetê pêkbînin, ku kontrola çarenivîsa wî gelî bikin, ku hebûna wan red dike. Ji ber wê jî berê xwe dane sextekariya li helbijartinan.’’

Herwaha diyar kir: ‘’Balkêşe ku yek ji beşdarvanan piştî çend demjimêran dawî hatina civînê, çûye gel birayên Siûdî û eger me karên waha bikira dê gotiban rûniştin di bin fişara derve û Amerîkiyan û yên wek wan pêkhatiye.’’

Wezîrê Sedir diyar kir: ‘’Bi giştî rûniştinên nepenî ji bo me ne giring in. lê min xwest bibêjim, aciziya hemwelatiyan li dijî we bixwe zêde nekin û karekî wisa nekin ku tirsa hemwelatiyan a ji proseya demokratîk zêdetir bibe.’’

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 391 kes dît.
Rojanekirina Dawî:09:57:49