Tevgera Sedir daxwazekê ji alîgirên xwe dike

"Divê Encûmena Dadwerî serbixwe be."
30.07.2022, Cts - 11:24
Tevgera Sedir daxwazekê ji alîgirên xwe dike
Nuçe Belav bike

Tevgera Sedir di daxuyaniyekê de peyamek arasteyî alîgirên xwe kir û ragihand, eger dixwazin dengê we digihînin Encûmena Dadwerî ya Iraqê, lê belê em razî nabin destdirêjiyê bikin ser wan.

Tevgera Sedir li ser hesabê xwe yê Twitterê diyar kir, ew razî nînin li ser destdirêjkirina ser Encûmena Dadwerî ya Iraqê.

Di twîta Tevgera Sedir de bi hashtagê daxwaza destpakiya dadweriyê hatiye kirin, tevî wê jî hatiye xwestin ku Encûmena Dadwerî serbixwe be.

Îro danê sibê, alîgirên Tevgera Sedir li Bexdayê dest bi xwepêşandanê kirin û tevî hebûna hêzeke mezin a ewlehiyê, karîn berbestên navçeya Kesk derbas bikin û careke din biçin nav hola parlamentoyê.

Li gor amarên Wezareta Tendirustiya Iraqê, heta niha di xwepêşandana îro de 60 xwepêşander birîndar bûne.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 533 kes dît.
Rojanekirina Dawî:06:52:47