Tevgera Sedir: Vekişîn tenê li parêzgehan e

Piştî ku Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî daxwaz kir ku xwepêşander ji saziyên fermî derkevin, Tevgera Sedir bersiva vê daxwazê da û got: “Em berdewam in, vekişîn tenê li parêzgehan e.”
02.08.2022, Sal - 06:44
Tevgera Sedir: Vekişîn tenê li parêzgehan e
Nuçe Belav bike

Li ser banga Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî ya derbarê valakirina Parlamentoya Iraqê de, Tevgera Sedir bersiva da û ragihand, ew ji Bexdayê venakişin û vekişîn tenê li parêzgehên din ên Iraqê ye.

Piştî ku Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî daxwaz kir ku xwepêşander hevkariya hêzên ewlehiyê bikin û rêz li saziyên dewletê bigrin û ji saziyên hikûmetê derkevin, Tevgera Sedir bersiva vê daxwazê da û got: “Em berdewam in, vekişîn tenê li parêzgehan e.”

Tevgera Sedir bi rêya hesabê Salih Mihemed El Iraqî li ser Twitterê daxwaz ji xwepêşanderan dike ku guh nedin medyaya civakî û dibêje: “Vekişîn tenê li parêzgehan e, ne li Bexdayê.”

Ji ber nakokiyên aliyên siyasî yên Şîe li ser pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Iraqê, rewşa siyasî ya Iraqê zêdetir aloz bûye.

Piştî ku Çarçoveya Hevahengiyê Mihemed Şiya Sûdanî kir kandîdê xwe yê ji bo postê Serokwezîrê Iraqê, alîgirên Tevgera Sedir dest bi xwepêşandanan kirin û derbasî nava Navçeya Kesk a Bexdayê bûn. Parlamentoya Iraqê jî du roj in di destê xwepêşanderên Sedir de ye.

Îro duşemê Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî di peyamekê de ji hêzên ewlehiyê daxwaz kir, saziyên fermî biparêzin û ji alîgirên Tevgera Sedir jî xwest ku Parlamentoya Iraqê vala bikin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 495 kes dît.
Rojanekirina Dawî:09:29:22