UNAMI: Krîzên niha yên Iraqê gelek demdirêj bûn

Di 19emîn salvegera teqîna baregeha Neteweyên Yekbûyî ya Bexdayê de, UNAMI pabendiya xwe ji bo xelkê Iraqê car din anî ziman.
19.08.2022, Cum - 12:12
UNAMI: Krîzên niha yên Iraqê gelek demdirêj bûn
Nuçe Belav bike

UNAMI di daxuyaniyekê de ku bi boneya salvegera teqîna baregeha Neteweyên Yekbûyî ya li Bexdayê, diyar kir ku 19ê Tebaxê bîranîneke tal a zindî ye ku di rojeke weke îro ya sala 2003yan de baregeha UNAMI ya li Bexdayê hat teqandin.

Di daxuyaniyê de hatiye destnîşankirin ku di wê teqînê de 22 karmend, tevî Nûnerê Taybet ê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî yê wê demê Sergio Vieira de Mello hatin kuştin û 150 kes jî birîndar bûn.

UNAMI diyar kir ku hemû qurbaniyên teqînê, karmendên Neteweyên Yekbûyî bûn ku ji bo geşepêdana Iraqê dixebitîn. Ji sala 2009an ve, ev bîranîn weke "Roja Mirovî" hatiye destnîşankirin.

Herwiha eşkere dike ku UNAMI qurbaniyên teqînê û malbatên wan ku ji ber wê karesatê hîn jî dinalin, bi bîr tîne.

UNAMI di wê baweriyê de ye ku Iraq di van salên dawî de ji destê çendîn kêşeyan dinale û krîzên niha jî gelek demdirêj bûn, lê belê ew krîz ne di wê astê de ne ku neyê çareserkirin an jî bikevin pêş berjewendiya niştimanî.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 429 kes dît.
Rojanekirina Dawî:07:28:09