Wezareta Derve ya Iraqê: Konsolxaneyên biyanî yên li Hewlêr nayên girtin

Berdevkê Wezareta Derve yê Iraqê Ehmed Mahçup di axaftina xwe de ragihand ku nûneriyên biyanî yên li Herêma Kurdistanê nayên girtin.
13.11.2017, Pts - 10:40
Wezareta Derve ya Iraqê: Konsolxaneyên biyanî yên li Hewlêr nayên girtin
Nuçe Belav bike

Berdevkê Wezareta Derve yê Iraqê Ehmed Mahçup li Bexdayê di axaftina xwe ya civîna çapemenî de ji bo nûneriyên biyanî yên herêma Kurdistanê û pirsgirên welatên erebî daxuyaniyek da.

Ehmed Mahçup di berdewamiya axaftina xwe de got: "Nûneriyên biyanî yên Herêma Kurdistanê ne siyasî ne û ji bo fealiyetên xizmetê li wir in. Xizmeta kurd û hemwelatiyên xwe yên li derve dikin. Ji bo girtinê ti hewldaneke me tuneye."

Mahçup di dirêjiya axaftina xwe de ji bo pirsgirêkên welatên Erebî jî got: "Di nava pirsgirêkên welatên Erebî de em ne alîgir in. Em naxwazin ti welat rastî mueyîdeyan were. Eger daxwaza alîkariyê ji me were kirin em amade ne rola navbeynkariyê bikin. Ji bo çareseriya krîza Libnan û Erebîstana Siûdî em di nava hewldanê de ne."

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1217 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:41:42