Wezareta Pêşmerge: Iraqê fêhm kir ku Kurd deriyên sinor radest nakin!

Cîgirê Wezîrê Pêşmergeyên Kurdistanê Serbest Lezgîn di axaftina xwe de ragihand ku di navbera Pêşmerge û hêzên Iraqê de agirbesteke fermî nehatiye îmzekirin.
06.11.2017, Pts - 11:42
Wezareta Pêşmerge: Iraqê fêhm kir ku Kurd deriyên sinor radest nakin!
Nuçe Belav bike

Cîgirê Wezîrê Pêşmergeyên Kurdistanê Serbest Lezgîn di axaftina xwe de destnîşan kir û da zanîn Iraq niha ji aliyê Enbarê ve hêzê dixe pêşberî çeperên Pêşmerge.

Serbest Lezgîn di berdewamiya axaftina xwe de got: "Bi Bexdayê re hevdîtin hatin kirin û niha em li benda bersiva wan in. Iraqê jî fêhm kir ku em deriyên sînor ê Îbrahîm Xelîl, Pêşxabûr û hinek cihên stratejîk ku rasterast bi ewlehiya Kurdistanê ve girêdayiye teslîm nakin. Lê em amade ne wekî Herêma Kurdistanê bi şêweyê hevparî bi wezaretên Iraqê û koalîsyonê re birêve bibin."

Lezgîn di dirêjiya axaftina xwe de got: "Di navbera me û Bexdayê de agirbesteke fermî tuneye. Hetanî ew êriş nekin agirbest wê bidome. Pêşmerge naxwaze têkeve nava şer. Di hevdîtinan de ji bo hemû herêman me daxwaza agirbestê kir, lê Bexdayê hê jî bersiv nedaye."

Cîgirê Wezîrê Pêşmerge Lezgîn pirsa ‘gelo alîkariyên Amerîkayê bo Pêşmerge didomin' bersivand û got: "Belê, alîkarî dewam dikin."

sputnîk
Vî nûçeyê tevayî: 1430 kes dît.
Rojanekirina Dawî:02:46:59