Wezareta Pêşmerge, di mijara çekan de ji Amerîka daxûyanî xwest!

Wezareta Pêşmerge ragihand, Herêma Kurdistanê daxwaz ji Amerîka kiriye daxuniyekî li ser bikarhatina çekên Amerîkî li dijî Pêşmerge û gelê Kurdistanê ji aliyê Heşda Şeibî ve bide.
11.11.2017, Cts - 11:22
Wezareta Pêşmerge, di mijara çekan de ji Amerîka daxûyanî xwest!
Nuçe Belav bike

Berdevkê Wezareta Pêşmerge Helgord Hîkmet di axaftina xwe ya ku li gel BasNewsê re kiriye got, nerazîbûn û nîgeraniya li hember bikarhatina çekên Amerîkî li dijî Pêşmerge û gelê Kurdistanê ji aliyê Heşda Şeibî ve, roj bi roj zêdetir dibe.

Di berdevamiya axaftina xwe de Helgord Hîkmet her wiha got, jixwe Serok Barzanî jî herî dawî ji CNN re gotibû, ew tişta ku em gelekî êşandin ew bû ku ewên ku li ba Amerîka terorîst tên dîtin, bi çekên Amerîkî û li ber çavê efser û rayedarên Amerîkî êrişî Kurdistanê kirin.

Berdevê Wezareta Pêşmerge da zanîn ku wan daxwaz ji rayedar û dezgehên pêwnedîdar yên Amerîkî kirine li ser vê mijarê daxuyanî bidin û bidin zanîn ka çima tiştekî wisa qewimiye.

Wî rayedarê Wezareta Pêşmerge li ser rewşa dawî ya eniyên şer jî got, Heşda Şeibî gelek hêz li devera Pirdê ya Kerkûkê û çend cihên kom kiriye. Ji ber wê jî em daxwaz ji Amerîka dikin ku divê haya wan ji wê yekê hebe ku dê dîsa çekên Amerîkî li dijî Pêşmerge bên bikaranîn.

Çekdarên Heşda Şeibî di êrişên li dijî Kurdistan û Pêşmerge de, çekên Amerîkî bi taybet tankên “Abrams” bikar anîbû.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1453 kes dît.
Rojanekirina Dawî:07:13:21