Wezîrê Berevaniya Iraqê: PKK hêzeka biyanî ye û divê ji Iraqê derkeve

Wezîrê berevaniya Iraqê ragehand, PKK hêzeka biyanî ye û nabe li nav xaka Iraqê ve êrişî Tirkiyê bike lê ev nabe behane bo êrişên Tirkiyê li ser xaka Iraqê.
27.07.2022, Çar - 10:10
Wezîrê Berevaniya Iraqê: PKK hêzeka biyanî ye û divê ji Iraqê derkeve
Nuçe Belav bike

Wezîrê berevaniya Iraqê, Cum’e Înad ji televîzyoneka Iraqî re behsa şerê Tirkiye û PKKê li Iraqê kiriye û gotiye, Tirkiye cîranê Iraqê ye û di navbera her du welatan de pêwendiyên aborî, bazirganî û civakî hene, ji ber wê jî em naxwazin di navbera me û Tirkiyê de şer û alozî derkeve.

Wezîrê berevaniya Iraqê her wiha gotiye, wî ji wezîrê berevaniya Tirkiyê re gotiye, Iraq di mijara PKKê de fikar û nîgeraniyên Tirkiyê fam dikin lê ev nabe behane ku Tirkiye êrişî xaka Iraqê bike.

Wî wezîrê Iraqî daye zanîn, wan çend caran daxwaz ji Tirkiyê kirine li bajarên Diyarbekir û Mûsilê navendeka hemahengiya hevbeş pêk bînin.

Bi gotina wezîrê berevaniya Iraqê, pirsgirêka serekî ya Tirkiyê, PKK ye û PKK jî hêzeka biyanî ye û ne Iraqî ye loma nayê qebûlkirin PKK li nav xaka Iraqê ve êrişî Tirkiyê bike. Lê dîsa jî nabe behane bo êrişên Tirkiyê.

Wezîrê berevaniya Iraq daye xuyakirin, divê PKK ji Iraqê derkeve û gotiye, em ne li dijî doz û xebata wan in û ti pêwendiya wê jî bi me ve nîne lê nabe PKK sînor û xaka me li dijî Tirkiyê û welatekî din bikar bîne. Piştî ku me PKK ji nav Iraqê derxist wê çaxê em dikarin pêşiya Tirkiyê jî bigirin.

Wezîrê berevaniya Iraqê li ser parastina sînor jî gotiye, hêzên parastina sînor hatine erkdarkirin da ku deverên sînorî biparêzin lê ew hêz têrê nakin û pêwîstî bi piştevaniyê heye. Ji ber wê jî divê bi Herêma Kurdistanê re hemahengî hebe da ku xeta parastina sînorên bi Tirkiyê re were bihêzkirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 483 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:54:20